• Saturday, 09 May 2026
logo

Konsulusxaneya Romanya li Hewlêrê tê Vekirin

Gulan Media October 23, 2011 Nûçe
Konsulusxaneya Romanya li Hewlêrê tê Vekirin
Di hevdîtineke navbera wezîrê bazirganî û pîşesaziya Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi balyuzê Romanya re, balyuzê Romanya ragihand ku, Konsulusxaneya Romanya dê li Herêma Kurdistanê bête vekirin.

Li gorî belavokeke wezareta bazirganî û pîşesaziya Hukûmeta Herêma Kurdistanê kû wêneyekî wê ketiye destê ajansa Peyamnêr, têde: Îro Sînan Çelebî, wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Hukûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya li Yakûb Prada balyozê Romanya kir û kêfxweşiya xwe derbarê pêşveçûnên abûrî di herêma Kurdistanê de, wekî din bo pêşxistina peywendiyên di navbera herdû aliyan de gavên pêwîst têne avêtin, herweha ji aliyekî din ve balyuzê Romanya mujdeya vekirina konsulusxaneya welatê xwe li herêma Kurdistanê da, demê nêzîk, dê li bajarê Hewlêrê bête vekirin.

Wezîrê bazirganî û pîşesazî di naveroka vê daxuyaniyê de diyar dike ku, derfetên baş yên karsazî û pêşxistina bûyarên abûrî li herêma Kurdistanê li pêşe, herweha weberhênan yek karên herî girînge li herêma kurdistanê ku gihiştiya astên baş ev jî dihêle ku zanîn û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdisan û YE bi giştî û welatê Romanya bi tayîbetê pêkwerê.

PNA
Top