• Wednesday, 04 February 2026
logo

Ji HPG’ê daxuyaniya dawî ya Çelê

Gulan Media October 20, 2011 Nûçe
Ji HPG’ê daxuyaniya dawî ya Çelê
HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan li navçeya Çelê li dar xistin de 18 cihan kirin hedef û di encamê de 81 leşker hatin kuştin. HPG’ê ragihand ku 7 gerîlayan jî di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan di 19’ê cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate lidarxistin de daxuyaniyeke berfireh da.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"*Di 19’ê Cotmehê de di saet 01.00’an de li Colemergê li dijî hedefên leşkerî yên li navenda Çelê, Qereqola Bilicanê û 4 girê ewlehiya wê digire, tabûrên Serê Sêvê, Êrîş û Xantepe, Qereqola Girê, Girên Ortê û Marûka ji aliyê tevgera operasyona şoreşger a Şehîd Çîçek ve çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin.

* Li navenda Çelê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê, Lojmanên TOKİ’yê û polîsan ve di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin de 2 kozikên di lojmanên polîsan de hatiye rûxandin herweha gelek polîsên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di pevçûnên li vir de hatiye jiyandin de gerîla yek me bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.

* Li dijî qereqol û asayiş a li navenda Çele û 50 leşker tê de bûn, di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin de qereqol û asayîş ketiye destê gerîlayên me li vir herî kêm 15 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me hatiye lêdan. Herweha 3 çekên HK-33 (melez) û 1 bêtêl ji aliyê gerîlayên me hatiye desteserkirin. Cardin 2 maşînên kîrpî hatiye rûxandin û gelek maşîn jî hatiye derbekirin.

*Di encama çalakiyên li dijî Tugaya Çelê û Girê Şûtê de gelek leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Piştî çalakiyê helîkopterên skorskyan 6 caran kuştî û birîndarê xwe ji cihê çalakiyê birîne.

* Di encama çalakiya li dijî Alaya Bilicanê ya ji 100’î zêdetir kon jî tê de bû, 2 kon ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin gelek kon jî hatiye derbekirin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin ji aliyê gerîla ye me ve hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê wan ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

* Di encama çalakiya li dijî tabûra Xantepe de gelek çeperên dijmin hatiye derbekirin û him roja çalakiyê him jî roja piştî wê ev tabûr bêbandor hatiye hiştin. Di encama çalakiya li vê tabûrê de gelek leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Hejmara kuştî û birîndarê li vir ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

* Di encama çalakiya li dijî Girên Şehîd Şaho û Şehîd Kawa yên bi ser Alaya Bilicanê ve ne gelek leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, herweha 2 tank, gelek kon û çeper hatiye derbekirin.

*Di encama çalakiya li dijî du girên li sêgoşeya Marûfa ya di navbera Qereqola Marûfa û Tabûra Bilicanê de dimine de, di girên yekemîn de gelek leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, herweha dijmin 2 caran bi helîkopterên skorskyan kuştÎ û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

* Di encama çalakiya di girên duyemîn de girê 60 leşker tê de bû û pevçûnên saetekê berdewam kirî de gerîlayên me çûne ser 35 cenazeyên leşkerê dijmin. Herweha 3 çepêrên mezin û mangayeke mezin hatiye rûxadin û gelek alav û çekên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmha kirin. Herweha 15 çekên ferdî yên G-3, 2 tifingên bi makîne yên MG-3, çekek bombaavêj, 2 dûrbîn û gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Di pevçûnên li vî girî hatiye jiyandin de bi giştî 60 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, 4 gerîlayên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.

* Dİ encama çalakiya li dijî 2 maşînên dewriye digeriyan û hin maşînên dihatin mudaxeleya çalakiyê de gelek wesayît ji aliyê gerîlayên me ve bêbandor hatiye hiştin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

* Di saet 03.00’an de helîkopteran xwestiye daxistinan bike lê di encama mudaxeleya gerîlayên me de nekarî dakeve. Pişt re bi piştgiriya helîkopterên kobrayan li Girê Helwesîs leşker hatiye daxistin. Di encama pevçûnên li vir de jî 5 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama pevçûnên li vir hatiye jiyandin de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kiriye û tevlî nava karwanê şehîdan bûye.

* Di saetên roj de di encama çalakiya li dijî helîkopterên dixwestin dakevin herêmê de du helîkopterên kobra derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha pevçûnên li herêmê heta saetên êvarî berdewam kiriye.

*Di encama çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve him bi roj him jî bi şev bi çekên giran li dijî tabûra Êrîşê hatiye lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

*Di encama çalakiya sûîkastê ya li dijî Girê Marûka ya bi ser Tabûra Êrîşê hatiye lidarxistin de leşkerek dijmin ji aliyê gerîlayên me hatiye lêdan.

*Di encama çalakiya bi hewanan him bi roj him jî bi şev li dijî Tabûra Serê Sêvê hatiye lidarxistin de gelek çeperên dijmin hatiye derbekirin. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin.

*Di encama çalakiya li dijî Girê Ortê yê bi ser tabûra Serê Sêvê ye hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

* Di encama çalakiya li dijî Qereqolên Girê û Şikêr bi çekên giran hatiye lidarxistin de hejmara kuştÎ û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

*Di heman demê de ji saeta çalakiyê û heta niha li dijî herêma çalakiyê û Herêmên Parastina Meda li dijî Zapê bi balefirên şer û helîkopterên kobrayan tê bombebarankirin herweha bi hewan, obus û tankan tê topbarankirin.

Hîn jî opersayonên ji bejahî û hewayî berdewam dike.

Di encama çalakiyên li dijî 18 hedefan hevwext hatiye lidarxistin de bi giştî 81 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan û bi dehan leşker jî birîndar bûye. Cardin 21 çek, bêtêlek, 2 dûrbîn û gelek alavên leşkerî jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Di encama pevçûnên hîn jî berdewam dikin de bi giştî 7 gerîlayên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Di daxuyaniya me ya 19 Cotmehê de me dabû xuyakirin ku 5 gerîlayên me şehîd ketiye, lê pişt re agahiya şahadeta 2 gerîlayên me yê din jî gihîştiye me."

ANF
Top