• Friday, 06 February 2026
logo

Obama êrîşa li Colemêrgê şermezar kir

Gulan Media October 20, 2011 Nûçe
Obama êrîşa li Colemêrgê şermezar kir
Serokê Emerîka Barack Obama, êrîşa li ser navçeya Çelê ya bi ser bajarê Colemêrgê ve pêk hatî û di encam de zêdeyî 26 leşkerên Tirkan haştî kuştin de, şermezar kir.

Li gorî daxuyaniya Qesra Sipî, Obama êrîş şermezar kiriye û dibêjê "Obama bi navê gelê Emerîka, sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê Tirkiyê re dixwaze. Gelê Tirkiyê jî weke gelên din heq dike ku di nava aşitî, ewletiyê de jiyan bike.

Li dema ew li pey paşeroja ku heq dikin dimeşin de, wê Emerîka jî dostanî û hevalbendiya xwe berdewam bike." Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin jî, ku, wê Emerîka li dijî PKK'ê di cihgirtina xwe ya ligel Tirkiyê de berdewam bike.
Top