• Thursday, 05 February 2026
logo

BDP: Divê hikûmet û PKK şer rawestînin

Gulan Media October 19, 2011 Nûçe
BDP: Divê hikûmet û PKK şer rawestînin
Hevserokên Giştî yên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak derbarê kuştina 26 leşkerên Tirkiyê yên li Colemêrgê, daxûyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxûyaniyê de wiha tê gotin: “Ev agirê ku li her çar aliyên welat dikeve malan, dilê me hemûyan dişewitîne û her yek ji me ji kurahiyê pê êşaye. Em bang li hikûmet û PKKê dikin ku bi awayek lezgîn bêyî ku saniyek din winda bibe, şer rawestînin.”

Hevserokên Giştî yên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gulten Kişanak derbarê çalakiya gêrîllayên HPGê ya li Colemêrgê de daxûyaniyek nivîskî dan. Di daxûyaniyê de wiha tê gotin: “Welatê me carek din bi êşek kûr hejiya. Mixabin di şerê li Colemêrgê de 26 hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Despêkê em ji tevayî birayên xwe yên jiyana xwe ji dest dayîn re ji Xweda rehmê, ji malbatên wan re sebir û sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Ev agirê ku li her çar aliyên welat dikeve malan, dilê me hemûyan dişewitîne û her yek ji me ji kurahiyê pê êşaye. Em di demek wisan de ne mirov nikare bi peyvan êşan bîne ziman.”

Di daxûyaniyê de bal tê kişandina ser wê yekê ku di 5 salên borî de bi dehan car rêxistinên civaka sivîl, ronakbîr, hêzên demokrasiyê dixwazin û partiyan daxûyanî dane ku çek bêdeng bibin, diyalog dest pê bikin û hikûmetê ti bersivek erênî nedaye; “Em ji vî şerî û ji mirinan re jî dibêjin: “Êdî Bes e.” Em li hemberî mirin û êşên ku tên jiyankirin, daxûyaniyên ku ev 25 sale dewlet û hikûmet dûbare dikin, çareseriyê pêşnaxin û di şer de israr dikin re jî dibêjin: “Êdî Bes e.”

Di berdewama daxûyaniya BDPê de tê gotin ku hikûmet, di tekoşîna li dijî terorê de dest bi pêvajoyek nû kiriye û di polîtîkaya şer de israr dike; “Tabloya bi êş ya ku îro hatî jiyankirin carek din wê yekê nîşan dide ku tirkiyê bi qasî av, nan û hewayê pêwîstî bi aştiyê heye û tirkiyê ji aştiyê zêdetir ti hilbijardeyek nîne. Ji bo vê yekê divê Tirkiye berî demekê ji vî pêvajoya bi şer derkeve, mirin bên rawestandin û despêkirina pêvajoya aştiyê bibe armanca her kesekî. Em bang li hikûmet û PKKê dikin ku berî demekê û bêyî ku saniyek jî winda bibe, şer bê rawestandin.

Hevserokên Giştî yên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gulten Kişanak diyar kirin ku dayîkan ev êş heq nekirine; dewlet, hikûmet, parlamento, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û her kes ji bo rawestandina şer, rawestandina xwîna ku tê herikan, ji bo Tirkiye bikeve di pêvajoya aştiyek birûmet de, seferber bibin û wiha dawî li daxûyaniya xwe anîn: “Ji bo hîn zêdetir êş zêdetir nebin, tekane rê bingehê rawestandinê pirsgirêkan bi rêya aştiyane û lihevkirinê bê bihêzkirin e. Windakirina her canekî nabe me bike alîgirê şer, divê bi pêdagirî û zêdetir bike alîgirê aştiyê. Ji bo bi rastî ev êş bi dawî bibin, hikûmet û meclis dest bidin hev, em bang dikin ku ji bo çareseriyek bi kok û giştî bi hevre bixebitin. Carek din em ji hemû birayên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dayîn re ji Xwedayê mezin rehmê, ji malbatên wan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Rudaw
Top