• Tuesday, 03 February 2026
logo

Dr,Berhem Salih beşdarî ya korbenda aburî ya cîhanî dike

Gulan Media October 19, 2011 Nûçe
Dr,Berhem Salih beşdarî ya korbenda aburî ya cîhanî dike
Weha biryare Şa Ebdullahê du yê şahê Urdinê li roja 21 çirya pêşîn li welatê xwe , civîneke taybet ya korbenda aburî ya cihanê sebaret geşepêdana aburî û dirist kirina derfetên kar di cîhana Erebî de ve bike û Dr, Berham Salih serokê hikumeta herêma kurdistaê jî bi awayeke fermî jibo wê korbendê hatî ye daxwaz kirin.

Korbenda aburî ya cîhanî di daxûyanî yeke rojnamevanî de li ser malpera xwe weşandî ye û têde hatî ye bêtir ji hezar beşdarî û bêtir ji 50 welatên cîhanê wê beşdarî ya civîna sê rojî bikin.

Herweha xûyakir korbenda aburî ya cîhanî xweşhale bi pêşwazî kirina şêx Hemed bin Casim bin Cabir Al Xelîfe serok wezîr û wezîrê derveyê Qeter û Asif Zerdarî serokê Pakistanê û Tirayan Basêsko serokê Romanî ya û selam Feyaz serok wezîrên desthelata Felestînê û Berhem Salih serok wezîrên hikumeta herêma kurdistanê.

Weşana han pêda dice û xûya dike ku wezîrên 8 welat û bêtir ji 65 kesatî li seranserê cîhanê û Îdwar Balador nunerê taybet yê welatên C 8 jibo piştgîrî kirin welatên Erebî û Tonî Bilêr nunerê NY ê bo rojhelata Navîn û Nebîl El Erebî sekretêrê giştî yê Komkara Erebî û Hişyar Zêbarî wezîrê derve yê Iraqê û şêx Xalid bin Ehmed Elxelîfe wezîrê der ve yê Behreynê û Ebdulkerîm Lûeybî wezîrê Nefta Iraqê hejmarek ji kesatî yên din beşdarî div ê civînê de dikin.
Top