Li Silêmaniyê biryar û daxuyaniya Malikî hat şermezar kirin
Şevê din (18.10.11) grûbek ciwan li bajarê Silêmanî li dijî biryara Malikî nerazîbûn nîşan dan. Wekî beşdarvanên wê xwepêşandanê dibêjin, biryara daxistina ala Kurdistanê li Xaneqîn û daxuyaniya şandina hêzên İraqî bo Qendîlê bûye sedem ku wê xwepêşandanê saz bikin.
Xwepêşandan ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hat sazkirin. Xwepêşandan bi dirûşme, bilindkirina ala PKKê û wêneyên şehîdên PKKê nêzî 2 saetan berdewam kir.
Nûnerê Ciwanên Welatparêz li Başûrê Kurdistanê Nerîman Ehmed ji Rûdawê re got: “Daxûyaniyên Malikî yên li dijî gelê Kurd ên derbarê daxistina ala Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî ya li Xaneqîn û daxuyaniya derbarê şandina hêzê bo Qendîl, bû sedem ku em li dijî helwest û daxûyaniyên wî nerazîbûnên bi vî awayî nîşan bidin.”
Xwepêşandan ji bilî bangewaziya wê grûbê, berê destûr ji dezgehên fermî yên Silêmanî nehatiye wergirtin.
Di nava 2 mehên borî de ev xwepêşandana sêyemîne ku ciwanên alîgirê PKKê li Silêmaniyê saz dikin. Meha tebaxê jî li dijî bombebarankirina Qendîl û kuştina xêzanek 7 kesî ya ji aliyê balefirên şer ên tirkiyê ve agir berdabûn ala Tirkiyê.
