• Wednesday, 04 February 2026
logo

Abdullah Gul:Wê tola vê êrişê pir mezin be.

Gulan Media October 19, 2011 Nûçe
Abdullah Gul:Wê tola vê êrişê pir mezin be.
Serokkomarê Tirk der barê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de daxuyaniyek da û got; “Wê tola vê êrişê pir mezin be.”

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul piştî çalakiya gerîlayan di daxuyaniya dayî de gef xwar. Gul got; “Wê tola vê êrişê pir mezin be. Ew ê bersiva xwe bigirin. Ew ê bibînin ku ev yek bi çekan naçe ser rê. Divê kesên piştgiriyê didin vana jî ders werbigirin û xwe ji encama wê re jî amade bikin.”

Gul got; “Fermandarên me diçin herêmê. Divê her kes bizane ku ev tekoşîn, tekoşîneke demdirêj e. Em di vê meseleyê de biryardar in.”
Top