Balefirên Tirkiyeyê dîsa çend navçeyên Sîdekan bordûman kirin
Silêman got, “Şeva borî 4 balefirên şerker yên artêşa Tirkiyeyê nêzîkî 2 seatan bi dijwarî navçeyên Kewertî, Derawa Jêr, Derawa Jor, Xakûrk û çend navçeyên din yên li sinorê Sîdekan dan ber bombeyan.”
Navborî diyar kir ku xweşbextane di encama êrîşa artêşa Tirkiyeyê çi ziyaneke madî û canê pêk nehatiye.
Sîdekan dikeve bakurê rojhilata Hewlêrê û li gor amareke resmî ya qaymiqamiya Soran, Sîdekan ji 254 gundan pêk hatiye û 113 gund heta niha nehatine avadankirin û 10 hezar û 59 kes di navenda Sîdekan de dijîn.
Artêşa Tirkiyeyê pêr jî gundên Bêrkme û Lêrî Ala li sinorê Sîdekan dabû ber topan.”
AKnews
