• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Çelê herî kêm 24 leşker hatin kuştin

Gulan Media October 19, 2011 Nûçe
Li Çelê herî kêm 24 leşker hatin kuştin
Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Çelkê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyekê li dar xistin. Li gor agahiyên pêşî herî kêm 24 leşker hatine kuştin.

Li gorî çapemeniya Tirk, di encama çalakiya gerîlayan de herî kêm 24 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li gorî nûçeyê, gerîlayan di seatên derengiya şevê de bi ser qerqol û emniyeta polîsan a navçeya Çelê de girtin û şer heta danê sibê berdewam kir. Li gorî agahiyan herî kêm 24 leşker û polîs hatin kuştin.

Lê çavkaniyên herêmî dan diyarkirin ku jimara kuştiyan zêdetir. Hate diyarkirin ku li herêmê dest bi operasyonê hatiye kirin û ketin û derketina navçeyê hatiye qedexekirin.

ANF
Top