• Tuesday, 03 February 2026
logo

Paul Bremer: Şaşitiyeke mezine ger Kurd ji İraqê cûda bibin

Gulan Media October 18, 2011 Nûçe
Paul Bremer: Şaşitiyeke mezine ger Kurd ji İraqê cûda bibin
Berpirsê Civata Demkî yê Rêveberiya İraqê yê berê Paul Brimer ragehand ku pêwîste alî hewl bidin ku rewşê aram bikin.

Berpirsê Civata Demkî yê Rêveberiya İraqê yê berê Paul Brimer got: “Ya li İraqê diqewime, dihat texmînkirin ku me timî dizanî wê li İraqê erk girantir bibe.”

Pirsgirêkên siyasî yên İraqê zêde bûne, sînorê nakokiyên navbera herdu lîsteyên El-Êraqiye û Dewleta Yasa derbas kiriye. Aloziyên siyasî çûne nav aliyê Şîe, Sûnnî û Kurdan jî û li gel Bexda rastî nakokiyên zêde bûne.

Brimer dibêje: “Dema ku ez li İraqê bûm, min dest bi proseya lihevhatinê kir. Me daxwaz ji aliyên İraqiyan kir ku beşdar bibin, lê ji bo paşketinê fakter hebûn û em negihan encamên wê proseyê.”

Berpirsê Civata Demkî yê Rêveberiya İraqê yê berê Paul Brimer di berdewama axaftinên xwe de got: “Kurdan di 20 salên borî de rolek giring hebûn. Heya niha jî herdemê nakokiyên wan li gel Hikûmeta İraqê û li gel wê hikûmeta ku ez berpirsê wê jî bûm hebûn.”

Gelek aliyên Sûnnî hewl didin ku herêma xwe cûda bikin. Kurd jî ji ber sedemê cîbicînekirina peymanên navbera wan de li gel Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî behsa wê yekê dikin ku ger maddeyên Destûra İraqê neyên cîbicîkirin emê herêma xwe cûda bikin.

Berpirsê Civata Demkî yê Rêveberiya İraqê yê berê Paul Brimer di dawiya axaftinên xwe de dibêje: “Siberoja Kurdan ligel İraqe û nabe mirov rolê Kurdan nebîne. Lê ger Kurd ji İraqê cûda bibin, şaşitiyek mezine. Ji ber wê li navçeyê bibe sedemê şerek mezin û di vê derbarê de Amerîka nikare ti tiştekê bike.”

Rudaw
Top