Yekitiya Ereban banga agirbest û diyalogê li Sûriyeyê kir
Welatên Ereb ji bo gotûbêjkirina pêşketinên li Sûriyeyê gotûbêj bikin, bi awayeke awerte li Qahîreyê civiyan. Yekitiya Ereban pêşnûmeya ragirtina endamtiya Sûriye ya di nava Yekitiya Ereban de hate redkirin. Lê ji bo îlankirina agirbestê 15 roj dan rêveberiya Beşar Esad.
Civîn bi serkatiya Serokê Demê yê Yekitiya Ereban, Serokwezîrê Qetarê Şêx Hemed Bin Casim pêk hat û heta derengiya şevê dom kir.
Piştî civînê Bin Casim daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wan ji bo îlankirina agirbestê 15 roj dem daye Sûriyeyê.
