• Wednesday, 04 February 2026
logo

Teyfûr: rewşa Iraqê aloze û navbera şîe û sune pir têk çûye

Gulan Media October 17, 2011 Nûçe
Teyfûr: rewşa Iraqê aloze  û navbera şîe û sune pir têk çûye
Arif Teyfûr Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê, got, rewşa giştî ya Iraqê têk çûye, bi taybet navbeyna şîe û sune pir têk çûye, her wiha navbeyna kurdan û aliyên din jî aloz bûye. Li gorî min, palana dabeşkirina Iraqê bo sê herêmên federal ya (cîgirê serokê Amerîka) Joe Biden dê pêk bê.

Teyfûr, diyar kir, şerê navbera şîe û sune heye û dê her hebe jî, helbet ev yek bi veşartî dimeşe. Tê payîn navbera kurd û Iraqê de jî şer derkeve.

Teyfûr wiha pêde çû, “Me dikarîbû nehêlin zêde me piştguh nexin. Ji ber ku hinekan dixwestin kurdan piştguh bixin, me dikarîbû bersiva vê yekê bidin lê em destpêkê rijd nebûn. Ev jî tê wateya ku me jî hinek tişt ji dest daye.

her weha Teyfûr, diyar kir, bersiva kurdan li hember biryara Malikî ya daxistina ala Kurdistanê, yasayî nebû û arîşeyê çareser nake.

AKnews
Top