Dijî Biryara Malikî Gêncek li Xaniqîn Agir Diberdê Canê Xwe
Li gorî ew zaniyariyên ku gihiştine destê me, ew gêncê xwe şewitandî li hember wê Biryara Nûrî Malikî berê jî, gefa agir berdana canê xwe kiribû.
Di vê bareyê de, encûmenê bajarokê Xaniqîn Semîr Mimehed Nûrî weha got: Di xwepêşandana li bajarê Xaniqîn de, li beramber qeymeqamtiya bajêr, gêncekî Kurd bi navê Muştaq Talib agir berda canê xwe û xwe şewitand.
Her çend gelek ziyan gihişte bedena wî jî, lê yekser ji aliyê xwepêşanderan ve agir vemirandin û rakirin nexweşxaneyê.
Semîr weha jî da zanîn, ku wî gêncî dû rajan gefa xweşewtandinê dikir, lê aliyan ew agehdar kiribû ku ev kar ne karekî rewaye, lê ew her li ser ya xwe ma û xwe şewitandin.
Nûrî weha jî got: Armanca wî gêncî tenê ew bû ku, weke kesekî Kurd helwesteke xwe li hember biryara Nûrî Malikî derket.
Di xwepêşandana îro ya Xaniqîn de, dû daxwazname pêşkêşî Qeymeqamiya bajarokê kirin, tê de daxwaz kirin ku, ala Kurdistan newê daxistin û di pêkanîna Madeya 140 de ya destûra herdemiya Iraqê lezbûnê bikin, ku ew made girêdayî navçeyên ku ji Kurdistanê Hatine vekirine.
