• Tuesday, 03 February 2026
logo

Nuneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîs pêşangeheke şêwekarî bo hunermendên kurd li Ferensa saz dike

Gulan Media October 16, 2011 Nûçe
Nuneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîs pêşangeheke şêwekarî bo  hunermendên kurd li Ferensa saz dike
Li jêr çavdêrî û amadebûna Dr.Kawe Mehmûd wezîrî Lewşnbîrî û lawan li Hikumeta herêma Kurdistanê, Nuneratiya Hikumeta Herêmê li parîs pêşangeheka şêwekarî bo hjmareka hunermendên şêwekarên akinciyên Ferensa li rêkeftî roja pêncşembê 13/10/2011, li baregahê Nuneratiya Hikumeta herêma Kurdistanê li parîs û birriyare ev pêşangehe taku roja 22/10/2011 dom dike.

Li destpêka rê û resmên vekirina ahngê bi amadebûna Xeman Zirar Es'ed Nunea Hikumeta herêmê li Ferensa û Dr. Ferîd Yasîn balyuzê Iraqê li ferensa û kadrên baliyozxana ferensa û hevalê gelê kurd baliyoz Bêrinard Duran û zêdebarî hjmareka nvîskar û rojnamevan û reşnbîrên kurd û ferensî û revenda kurd li ferensa .

Pêşangehـ mîna buyereke hunerî a mezin û degmen tê hjmartin, têde pêtir ji 40 kevalên hunermendên şêwekar bixweve girt, hunermedên tîda bejdar piraniya wan ji ber zulm û zora rjêma Be's koçberî ferensa bune û cihê xwe di qada hunerî ya ferensî kriye bi hunera xwe ya şêwekarî.

Kevalên hatîne pêşandan derbirîna hesta van honermenda ye ku cwanî û xeml û xêza Kurdistana rengîn têda xweyakirine zêdebarî çendîn tabilyên derbirîna derdu azarên gelê Kurdistanê û xebata gelê kurd bo azadî û nehêlana zolm û zorê li serdemê rêjêma Be'sa jnavda çowî.

Di çarçovê vê pêşangehê,nunera Hikumeta herêma Kurdistanê li ferensa Xeman Zirar da xweya kirin ku ev çalakiya hunerî hate rêkxistîn weke beşek ji biriyarên kongra nunerên Hikumeta Herêma Kurdistanê li derveyi welat, û rênmayên serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mes'ud Barizanî a ku cextê ser giringî û pwîtepêdana nwîneratiyên Hikumeta herêmê bo revenda kurd li dervey welat û giringiya karkirina nwîneratiyên Hikumeta herêmê bo grêdan û xortkirina peywendiyên liser şengstên rast û dirust digel wellatên derve û komelgeha navineteweyî û danasandina rasteqîne bo duza gelê kurd û berfrehkirina hevalîniyê digel gelên cîhanê.

Xeman Zirar diyar kir ku ev rengên çalakiyên hunerî giringiya xwe hene ji bo me çunkî derbirrîna viyana komelgeha navneteweyî ye bo wergirtina pêzanînan liser kultur û rewşnbîriya gelê Kurdistanê û di heman dem de delîveke xorte bo danasandina resenatiya hunerê Kurdistanî yê ku bi salan maye veşartî ji sedemên sanisur û danana sinuran ji aliyê rjêmên stemkar.

Tê zanîn, ev pêşangehe pêtir ji 40 kevalên şêwekarî bixweve girtin û ev hunermendên navdar têda bejdar bûn: hadî îbrahîm, cawyan meḧmûd, dilşad kwîstanî, ḧemîd derwêş, kamil musa, kerîm ( 'îsa 'elî 'ebidlkerîm), karizan( sabr karizan ebidlkerîm), lala ebidlrehîm, namo(bextiyar reouf), refîq hamd, remzî qutibedîn.

Ji layê xu ve Dr. Kawe Mehmûd wezîrê rewşnbîrî û lawan li Hikumeta herêma Kurdistanê û li dema gerêana wî dinav pêşangehê de xoşhaliya xwe derbrî bi vî astê bilindê hunermendê kurd ku bi kevalên xwe û hesta xwe ya hunerî derbirîn û danasandina welatê xwe yê dayk dikin.
Parîs/ şukrî Berwarî
Top