• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Hewlêrê pêwşazî li ‘Raperîna Gelê Kurd li Sûriyeyê’ hate kirin

Gulan Media October 16, 2011 Nûçe
Li Hewlêrê pêwşazî li ‘Raperîna Gelê Kurd li Sûriyeyê’ hate kirin
Bi beşdariya dehan rêxistinên civaka sivîl û sedan welatiyên Herêma Kurdistanê, îro xwepêşandana ‘Pêşwazîkirin li Raperîna Gelê Kurd li Sûriyeyê’ bi rê ve çû.

Xwepêşandan li cadeya Pêşewa Qazî li Hewlêrê dest pê kir û li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî ya li nêzîkî balefirgeha Hewlêrê bi dawî hat.

Sekreterê Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê Umêd Xoşnaw ku yek ji serperiştiyarên xwepêşandanê bû ji AKnewsê re got, “Di vê xwepêşandanê de dehan rêxistinên civaka sivîl û sedan welatiyên kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.”

Xoşnaw diyar kir ku xwepêşandan bi armanca pêşwazîkirin li raperîna kurd li Sûriyeyê û desthilgirtina rejîma Sûriyeyê ji şîdeta li hemberî xwepêşanderan û danîna mafên kurdan wek neteweyek li Sûriyeyê, hate sazkirin û got:

“Hevdem di xwepêşandanê de li dijî biryara Nurî Malikî ku qedexekirina alaya Kurdistanê li Diyaleyê dabû, sedan alayên Kurdistanê hatin bilindkirin.”

Xwepêşanderan li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî yadaşteke nerazîbûnê da berpirsên UNê ku di beşekê wê de tê gotin:

“Ev 7 meh in gelê Sûriye û gelê kurd ji bo bidestxistina azadî û desteberkirina mafên xwe, dikin qurbanî û em daxwaz ji UNê û rêxistinên navdewletî dikin ku fişarê bixe ser rêjîma Sûriyeyê bo ragirtina pêla kuştin û girtinê.”

Her weha daxwaz ji UNê hate kirin ku fişarê bixe ser Rûsya, Çîn û Îranê da helwesta xwe ya li hemberî rejîma Sûriyeyê biguhere û rê li ber berdadkirina tometbarên serkutkirina gelê Sûriye û kurd veke.

AKnews
Top