Kerkûkî: Em bo ala Kurdistanê amade ne dest ji her tiştekî berdin
Serokê Perlemana Kurdistanê Kemal Kerkûkî, îro di civîneke çapemeniyê de, hevdîtinên xwe yên Amerîkayê nirxand.
Kerkûkî, serdana xwe ya bo Amerîkayê erênî nirxand û got, di vê serdanê de me karî têkiliyên xwe digel saziyên Amerîkî bihêztir bikin.
Serokê parlementoyê, derbarê fermîbûn yan nefermîbûna serdana xwe bo Amerîkayê de jî got, serdana me fermî bû û serokê parlamentoyê nûnertiya hemû Kurdistanê dike. Lê hurmeta min bo wan kesên ku rexne dikin, heye. Me karek yasayî kiriye.
Kemal Kerkûkî, da zanîn, cara yekê ye ku banka navdewletî biryar da 5 milyon wek deynê biçûk bide ciwanên Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî, dê şandeke banka han meha bê serdana Hewlêrê bike.
Kerkûkî, derbarê “Dewleta Kurdî” de jî wiha axivî, “Mafê me ye em bibin xwediyê dewleta xwe. Ji ber ku xaka me heye zimanê me heye û hejmara me jî 45 milyonî zêdetir e. Rûbera Kurdistanê li rûbera Iraqê zêdetir e, lê Kurdistan hatiye perçekirin.”
Kerkûkî, derbarê veguhertina hikûmetê di navbera PDK û YNKê de, diyar kir, wan ev pirs bo sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî û serokê PDKê Mesûd Barzanî hîştine, ew çi bêjin dê wisa be.
Serokê Perlemana Kurdistanê, derbarê arîşeya daxistina ala Kurdistanê li Xaneqînê jî axivî û got, serokwezîr Nûrî Malikî fermanekî wisa nedaye, lê wezareta navxwe ferman daye polîsê bajêr ku ala Kurdistanê daxin.
Kerkûkî, diyar kir, kurd amade ye ji ber ala Kurdistanê dest ji her tiştekî berde, heke bêhurmetî li dijî ala Kurdistanê bê kirin, ji hemû tiştî re amade ne. hinek kesên derdorê Malikî hene dixwazin jê re pirsgirêkan derxin, divê ala Kurdistnaê li Bexda û bajarên din ên Iraqê jî bê daliqandin.
