• Thursday, 05 February 2026
logo

HPG: Li Çinarê 2 leşker hatin kuştin

Gulan Media October 15, 2011 Nûçe
HPG: Li Çinarê 2 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a di 13’ê cotmehê de li navçeya Çinar a Amedê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; “Di 13’ê Cotmehê de di saet 19.00’an de li navçeya Amedê Çinarê li dijî lojmanên sûbayan ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Piştî çalakiyê riya Amed-Mêrdîn û Çinar-Êlih ji aliyê artêşa dagirker ve li çûyin û hatinê hatiye girtin. Herweha li derdora cihê çalakiyê li ser mala de hatiye girtin.”

herwesa Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyonên li Dêrsimê de jî got; “Ji 13’ê Cotmehê û vir ve li navçeya Dersim Pulurê li dijî herêmên Kaxperi, Bîlgeç, Newala Emîrganê, Girê Cumhuriyetê û sêgoşeya Delîla ji aliyê yekîneyên artêşa dagirker a tirk ji bi awayeke veşarî kemîn tên danîn.”

ANF
Top