• Tuesday, 03 February 2026
logo

Ahmet Turk: Em ê Tirkan azad bikin

Gulan Media October 15, 2011 Nûçe
Ahmet Turk: Em ê Tirkan azad bikin
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk di kongreya Hewldana Kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya afirandina xeta tekoşîna hevpar a ji bo azadiya gelan û got; “Em di wê baweriyê de ne ku wê azadiya Tirkan bi azadiya Kurdan pêk were.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk di kongreya Hewldana Kongreyê ya ku li Enqereyê tê lidarxistin de axivî û keyfxweşiya xwe rave kir. Turk got; “Ji ber ku min li vir wêneyê Tirkiyeyê dît. Tirkiyeya ku me bêriya wê kiriye ev e. Em vê dixwazin.”

Turk got; “Em gelên xwe di nava destê sîstemê de nahêlin” û wiha axivî; “Em xurt in, ji ber ku em gel in. Divê em xeta hevpar a tekoşîna gelên Tirkiyeyê biafirînin."

Turk got; “Heta îro, tişta dikeve ser milê me gelan, me pêk neanî. Heta niha jî em der barê desthilatiya ku gel j ime dixwaze, gotûbêj dikin. Lê niha canên me di bin axê de ne û hevalên me jî di girtîgehan de ne.”

Ahmet Turk; “Her çendî em hene, girtîgeh me bi rê ve dibin û ev yek ji bo gelan şermek mezin e. Divê em bibe roja qetandina bendên zincîran û ez ji kongreyê serkeftinê dixwazim û ji ber vê biryarê wana pîroz dikim.”

Turk diyar kir ku ew di jiyana bi hev re de biryardar in, tu fikarên Kurdan tune ne û got; “Hezar sal in em bi hev re dijîn” û wiha peyîvî; “Em di wê baweriyê de ne ku wê ev biryara me Tirkan jî azad bibe û ligel azadbûna Tirkan wê Kurd jî azad bibin.”

Turk destnîşan kir ku divê ji bo azadiya gelan xeteke hevpar a tekoşînê were afirandin û bal kişand ser avakirina konfederalîzmê. Turk got; “Wê konfederalîzm gelan azad bike, ev yek têgiheke li hemberî sîstema kapîtalîst a cîhanî. Em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, em azadiya xwe ji kesekê re nahêlin, em ê bi xwe biafirînin.”

ANF
Top