Li Qamişloyê zêdeyî 20 hezar kes ji bo Mişel Temo meşiyan
Li gor ji Avestakurd re hatî ragihandin, duhî li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê Kurd rabûn xwepêşandanan. Lê, ji aliyekî din ve, xwepêşandana herî mezin li bajarê Qamişloyê bû ku zêdeyî 20 hezar Kurd tevlî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandar xwedî li Mişel Temo derketin û piraniya dirûşmeyên dihatin avêtin jibo Mişel Temo bû. Her wiha xwepêşandaran daxwaza hilweşîna rêjîma Esed kirin.Avestakurd
