• Tuesday, 03 February 2026
logo

Fuad Husên: Serok Barzanî roja yekşemê li gel şanda siyasiya Herêmê û aliyê siyasiyên Kurdistanê dicive

Gulan Media October 15, 2011 Nûçe
Fuad Husên: Serok Barzanî roja yekşemê li gel şanda siyasiya Herêmê û aliyê siyasiyên Kurdistanê dicive
Fuad Husên li daxuyaniyek de ragihand ku birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja yekşema bê 16/10/2011 bi mebesta guftûgokirina rapora şanda siyasiya Herêmê ku berî çend rojek serdana Bexdayê kiribû, li gel şanda navbihurî û wan aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê re dicive ku berî çûna şandê ya Bexda li gel cenabê wî kom bibûn.

Li vî derbarî de Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê eşkere kir ku li vê kombûnê da rapora şanda siyasiya Herêma Kurdistanê sebaret bi wan hevdîtin û guftûgoyên li gel birêz Serok Komarê Iraqa Federal û Serok Wezîr û Serokê Encumena Nûneran û hêz û kesayetî û lîsteyên cûda cûdayên ser grupên siyasiya Iraqê li Bexda encam da bû, dixine ber destê Serok Barzanî û cenabê wî encama serdanê li gel şanda navbihurî û wan aliyê siyasiyên Herêmê dinirxîne.
Top