4 otomobîlên bomberêj li Bexdayê teqiyan
Çavkaniyekê ji polîsê Iraqê di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku otomobîleke bomberêj li pêşiya deriyê Wezareta Navxwe teqiya û heta niha hejmara kuştî û birîndarn nediyare.
Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, amaje kir ku her wiha otomobîleke din a bomberêj li binkeyeke polîsê taxê Huriye li bakurê rojavayê Bexdayê teqiy û hejmarek kes di encamê de hatine kuştin û birîndar jî hene.
Çavkaniyaê xuya kir ku îro jî, otomobîleke din, binkeyeke ewlekariyê li taxê Îlamî li rojavayê Bexdayê kire armanca xwe, lê hîn hejmara qurbaniyan nehatiye naskirin.
Di bûyera çaremîn de, otomobîleke bomberêj li binkeya polîsê Elewiye li navçeya Kerade li naverasta Bexdayê teqiya û bi gotina çavkaniyê teqîn bûye sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek kesan.
(AKnews)
