Qaymeqamê Xaneqînê fermana daxistina ala Kurdistanê ya Malikî red dike
Qaymeqamê bajarokê Xaneqînê Mihemed Mela Hesen, derbarê vê arîşeyê de ji AKnewsê re axivî û got, polîsê Diyale nameyeke serokwezîrê Iraqê Nirî Malikî bo me aniye ku tê de ferman hatiye dayîn divê ala Kurdistanê li ser hemû dezgehên fermî yên Xaneqînê bê daxistin û tenê ala Iraqê bimîne.
Mela Hesen, diyar kir, me jî bersiva Malikî da ku ev daxwaziya wî nayê qebûlkirin, ji ber ku piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, me ala Kurdistanê digel ala Iraqê bilind kiriye.
Ji aliyekî din, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmûd Kawe, ji AKnewsê re got, em piştevaniya qaymeqamê Xaneqînê dikin, ji ber ku bilindkirina ala Kurdistanê li wir ne dijî destûrê ye.
(AKnews)
