Serokê hikumeta herêma kurdistanê pêşwazî li malbata şehîd Meşel Temo kir
Serokê hikumetê hevxemî ya xwe digel kurdên Suryê û malbat û hevalên şehîd Meşel Temo dîyar kir û got: şehîd Meşel Temo şehîdê gel û azadî û demokrasî û bidestxistina mafên millet me û nîşaneke di a xebata aştîxweza kurd bu jibo azadî û bihevre jîyaneke aştîyane.
Berhem Salih, diyar kir, divê ji şûna tundî û şer, şêwazên aştiyane bo çareseriya arîşeyan bên hilbijartin, ji ber ku tundî û şer, ji bilî zirarê tu sûdeke wê tune.
Kurê Meşel Temo, Faris Temo jî, bi navê malbatê xwe, spasiya serokwezîr Berhem Salih kir û got, ev hevdîtina wek dildariyekê bo malbat û xizmên Meşel Temo ye û wiha anî ziman:
Em dixwazin xwîna bavê me bibe hêvanê aştî û azadiyê û mafên demokratîk û rewa yên gelê me bên wergirtin.
Siyasetmedarê kurd Meşel Temo, 7ê Cotmeha 2011ê, li bajarê Qamîşlo yê Sûriyê ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû kuştin.
