• Saturday, 09 May 2026
logo

Li Holendayê Kongreyeke Navnetewî Derbarê Kêşeya Gelê Kurd Hate Saz Kirin

Gulan Media October 10, 2011 Nûçe
Li Holendayê Kongreyeke Navnetewî Derbarê Kêşeya Gelê Kurd Hate Saz Kirin
Duh li Bajarê Ruterdamê yê Holendayê bi mebesta nirxandina kêşeya Kurd kongreyeke navnetewî hate organîzekirin.

Di vê kongreya han de ku, hijmareke Rayedarên Kurdistanê û kesayetiyên Akademîsyen û pspor tê de amade bûn, têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd weke faktereke sereke hate nîqaşkirin.

Pişt re kongre bi pêşkêş kirina çendîn peyv û gotaran dom kir û Berpirsê peyvendiyên Dever yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî jî di vê kongreya han de gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser Dîroka têkoşana Gelê Kurd û kêşeyên heyî yên di nava pêvajoya niha de.
Top