• Tuesday, 03 February 2026
logo

Sûrîya Gef li Danpêdana Encumena Niştimanîya Opozisîyonê Dike

Gulan Media October 9, 2011 Nûçe
Sûrîya Gef li Danpêdana Encumena Niştimanîya Opozisîyonê Dike
Evroj yekşembê Sûrîya gef kir, ku heger her welatekî danpêdaneka fermî bi Encumena Niştimanîya Sûrî kir, dê Sûrîya bersiva ewî welatî bide.

Di evê bareyê de, wezîrê derveyê Sûrîya, Welîd Mû´ellim, di kongereka rojnamevanî de ragihand, ku ” heger her dewletek bihê û danpêdanê bi encumena niştimanîya Sûrî bike, em dê li dijî wî welatî rêçkin tund bikar bihên in.

Ji alîyekî din ve herdu walatên Amerîka û Feranse xweşhalîya xwe li hember evê encumenê derbirîn, belê danpêdaneka fermî pê nekirine.

Wek dihê xuyakirin, ku ji destpêka xwepêşandanên Sûrîya, ku ji 15 avdarê 2011 destpêkirîye û heta niha li angora Neteweyên Yekbûyî, nêza 2900 kes li evan xwepêşandanan li ser destê hêzên ewledarîya Beşar Elesed hatine kujtin.
PNA
Top