• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê hikumetê terorkirina Meşel Temo şermezar dike

Gulan Media October 9, 2011 Nûçe
Serokê hikumetê terorkirina Meşel Temo şermezar dike
Serokê hikumeta herêma kurdistanê bi tundî teror kirina Meeşel Temo peyvdarê baskê ayînde yê kurdî li Suryê şermezar û îdane kir û ew yek jî bi bizaveke nerwa jibo kip kirina daxwazî yên rewayên gelê Surya bi giştî û gelê kurd bitaybet dazanîn.

Di daxûyanî yekê de ofîsa serokê hikumeta herêma kurdistanê teror kirina Temo şermezar dike û têde hatî ye:

Bi tundî teror kirina Meşel Temo peyvdarê baskê ayîndê kurd li Suryê şermezar dikîn û bi bizaveke nerewa dizanîn jibo kipkirina daxwazî yên rewayên gelê Surya bi giştî û gelê kurd bitaybet li wî welatî,digel mehkum kirina vî karî , daxaz ji desthelatên Suryê dikîn reftarek sivîl digel Azadîxweza bikin.

Bi nerîna me weke hikumeta herêma kurdistaanê, şehçdkirina Meşel Temo û bizavên terorkirin û tirsandina çalakvana,jibilî azirandina arîşe û girifta tû encamên din nabe û pişgîrîya xwe jî jibo tev daxwazîyên sivîl û azadîxwezên gelê Surya dupat dikîn.

Ofîsa serokê hikumeta herêma kurdistanê

8- çirya pêşîn ,2011
Top