PDK Îranê terorkirina Mişel Temo protesto kir
PDK Îranê di ragihandinekê de zêdebarê nîşandana xembariya xwe li hemberî terorkirina siyasetvanê Rojavayê Kurdistanê Mişel Temo hêvî xwest ku şehîdbûna wî bibe sedema xurtbûna îrade û yekîtiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.
di beşekî ragihandina han de hatiye ku PDK Îranê tevî nîşandana xem û kederên xwe li hember terora vî xebatkarê Kurd, sersaxiyê dide malbat û hevhizrên “Mişel Temo”, vê kiryara terorîstî şermezar dike û hêvî dixwaze ku îrade û cangorîtiya gelê Kurd, mil bi milê xelkê din yê berxwedayî yê Sûriyê, her çiqas zûtir bibe seba hiloşîna hikûmeta dîktaror di wî welatî de û anîna ser kar a desthilatek dilxwaze xelkê ku tê de hemû pêkhateyên xelkê wî welatî û yek ji wan xwîş û birayên me ên Kurd bi mafên xwe ên rewa şa bibin.
Avestakurd/D.M
