Qamişlo: Nêzî 100 hezar kes tevî cenazeya Mişel Temo dibin, hêzên rejêmê kesekî dikujin û 5 ên din jî birîndar dike
Piştî ku xelkê Qamişlo bo cara dawî xwetirê xwe ji Temo xwestin cenaze ber bi bajarê Amûdê ve bi rêket û ji aliyê 10 hezaran kes ve hat pêşwazîkirin.
Duhî danê êvarê li bajarê Qamişlo li rojavayê Kurdistanê 4 çekdaran gule berdan ser tirombêla Mişel Temo di encam de navborî canê xwe ji dest da û kurekê wî jî bi giranî birîndar bû.
