Serokayetiya Herêma Kurdistanê terorkirina Meş`al Temo bi tundî şermezar dike
Bi mixabinî wiha diyare ew tundutîjiyên desthilatdarên Suriya girtine ber, gihîştiye wê astê roja ronahî hilbikutîne li ser kesên nîştîmanperwer û çalakvanê siyasî û wan teror bikin. Roja înê 07/10/2011 çend çekdarek li bajarê Qamişlo teqînê li Meş`al Temo berdevkê fermî yê Tevgera Paşaroja Kurd û endamê encumena nîştîmaniya hevrika Sûriye kir û li encamê da ew serkirde çalakvanê Kurd jiyana xwe ji destda.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî terorkirina Meş`al Temo şermezar dike û radigihîne ku gelê Kurd li Kurdistana Suriya heta niha bi awayeke demokratiyane û aştiyane daxwaza mafên xwe yê rewa kiriye, ji bilî wê yekê çendîn care rû bi rûyê toqandin û teror û tundutîjiya dirindane bûye.
Îro jî ku rewşa rûdawan li Suriya berev destpêkirina qonaxekî nû ya siyasî hengavan davêje, gelê Kurd dixwaze wekî pêkhatekî serekî li wî welatî mafên xwe desteber bike û li çarçêweya sîstemekî demokratîk hevbeş û beşdarekî çalak bê, ji bo wê yekê terorkirina kesên nîştîmanperwer û êrîşkirina li ser welatiyên sîvîl û hilbijartina siyaseta agir û hesin rewşê ne hemwartir dike û qeyranên aloztir li pişt xwe tîne.
Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
08/10/2011
