• Saturday, 07 February 2026
logo

Heya niha 8 hezar endamên BDPê hatine girtin

Gulan Media October 7, 2011 Nûçe
Heya niha 8 hezar endamên BDPê hatine girtin
Berpirsê Komîsyona Maf û Mafê Mirovan yê “BDP” ê got ku di heyamê du sal û nîvên derbasbûyî de 7 hezar û 748 kes ji endamên Partiya Aşitî û Demokrasiyê, mezintirîn partiya fermî a Kurdên Turkiyê hatine binçavkirin.

Nûçegihaniya “Firatnews”ê ji zarê Berpirsê Komîsyûn Maf û Mafê Mirovan û Cihgirê Havseroka “BDP”ê “Miral Nadiş Biştaş” nivîsandiye, li 14’ê Nîsana 2009’an heya niha, 7 hezar û 748 kes ji endamên partiya wan hatine binçavkirin, ku 3 hezar û 895 kes ji wan jî hepsî ne.

Biştaş di vê pêwendiyê de xuya kir ku rewşa han nîşana vê yekê ye ku siyaseta şer li dijî Kurdan û siyaseta wan bi awayekî aktîv berdewam e.

Li gor gotina navbirî tenê di vê meha dawiyê de 4 hezar û 148 kes ji endamên partiya “BDP”ê hatine binçavkirin û 1548 kes jî hatine hepsîkirin.

Biştaş diyar kir ku Partiya Dad û Geşe “AKP” li dijî Partiya Aşitî û Demokrasiyê “BDP”ê weke nûnerê Kurdên Bakûr, operasyûnên eskerî dike û li ser vê pêvajoyê jî rijd e.
Avestakurd/D.M
Top