• Tuesday, 03 February 2026
logo

Partiyeke kurdên feylî rexne li Bexda û Hewlêrê girt

Gulan Media October 6, 2011 Nûçe
Partiyeke kurdên feylî rexne li Bexda û Hewlêrê girt
Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdên Feylî rexne li herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê girt û ragihand ku herdu hikûmet jî sozên ku dane kurdên feylî bi cih neanîne û heta niha jî çendîn pirs bi hilawistî mane.

Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdên Feylî duhî beyanameyek derxist û tê de amaje bi wê çendê kir ku kurdên feylî pêkhateyeke dêrîn a kurdên Iraqê ye û di rêzên hêzên dijbere yên îslamî û sekûler de li dijî rejîma Beaasê de têkoşiyane û ji ber wê jî ziyana malî û canî gihaye wan.

Di beyanameyê de tê gotin, “Ji sala 2003an ve serkirdeyên siyasî yên Iraq û kurd dehan daxuyanî û soz dan kurdên feylî, çendîn biryarên resmî dan ji wana biryara Dadgeha Bilind a Tawanan û Parlamentoya Iraqê ya li ser qurbaniyên kurdên feylî û pêwîstiya vegerandina maf û parastina berjewendiyên kurdên feylî, lê tenê beşeka kêm a wan daxuyanî û biryaran hatine bicihanîn.”

Her weha tê aşkerekirin ku heta niha jî cihê hestiyên nêzîkî 20 hezar kurdên feylî yên bêserûşun nediyar e, heta niha jî kurdên feylî wek “kota” pişkek di parlamento û civatên parêzgehan de nîne û arîşeya mulkayetî ya kurdên feylî ku rejîma Beasê dest bi mal û mulkê wan de girtiye, nehatiye çareserkirin.

Di beşeke din a beyanameyê de rexne li hêzên kurdî tê girtin û tê gotin, “Çend daxwazên bo zêdkirina madeyeke li ser mafên kurdên feylî bo karnameya 19 xalî ya Fraksiyonên Îtîlafa Kurdistanî, hatin redkirin.”

AKnews
Top