• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê hikumetê Pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve Yê Berîtanyayê Kir

Gulan Media October 6, 2011 Nûçe
Serokê hikumetê Pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve Yê Berîtanyayê Kir
Dohî 5-10-2011 Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih li Hewlêrê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Berîtanyayê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de ku, her dû Konsulusên Berîtanyayê yên li Bexda û Hewlêrê û Wezîrê Bazirganî yê Hikûmeta Kurdistanê jî tê de amade bûn, rewşa siyasî ya Îraq û Kurdistanê hate nirxandin û her dû alî tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê aram bibe jiber ku, aramiya rewşa Îraqê xizmeta pêşde birina Îraqê dike.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî diyar kirin ku, destûra bingehîn ya Îraqê baştirîn mercea çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de ye.

Di dawiya hevdîtina han de Serokê hikumeta herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Berîtanyayê tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de bi taybetî di warê siyasî û abûrî de kirin.
Top