• Tuesday, 03 February 2026
logo

Îranê Du Kelheyên Dinên Serbazî di Nav Sînorê Herêma Kurdistanê de dirist Dike 5

Gulan Media October 5, 2011 Nûçe
Îranê Du Kelheyên Dinên Serbazî di Nav Sînorê Herêma Kurdistanê de dirist Dike  5
Îranê di berdewamîya binpêkirina serwerîya xaka herêma Kurdistanê û Iraqê û herwisa qanûn û prensîpên navdewletî de, li ser prosesa avakirina kelheyên leşkerî di nav xaka herêma Kurdistanê de berdewame û çend kelheyên din di nav sînorên herêma Kurdistanê de çê dike. Supay pasdarên Îranê di dirêjîya êrişên xwe de yên bo ser xaka herêma Kurdistanê du kelheyên din di nav herêma Kurdistanê de dirist kiriye û hêzeka mezin jî tê de bi cih kiriye.

Supayê pasdarên Îranê 2 kelheyên din li sînorê devera Balekayetî û serweyî gundên Mijdînan, Îne û Wêze yên ser bi bajarokê Çoman ve ava kiriye û rêya otomobîlê û hêza kehrebayê jî bo evan kelheyan rakişandiye.

Herwiha supayê pasdarên Îranê gelek pasdar jî li evan herdu kelheyan bi cih kiriye û cihê kelheyan jî li devereka herî bilindin û berê xwe didin bajarokê Çoman û deverên dora wê û bi wî awayî hemû deverê ji alîyê wan ve dihê kontrolkirin.

Muxtarê gundê Bindayzan Mistefa Ehmed Muxtarî di evê bareyê de ji PNA re ragihand, ku ´´ Îran di maweya evan herdu salan de çend kelheyên serbazî li deverên sînorê Balekayetî ava kiriye û di nûtirîn karê xwe de jî kelheyeka serbaz li devera Qered ava kiriye, ku dikeve devereka herî bilind a gund û avayîyên Mijdînan, Îne, Xoşkan û Bindayzan û berê xwe dide tewayê sînorê Çoman´ê û kontrol dike.

Muxtarê gundê herwisa got, ku ´´ niha gelek pasdar li evê kelheyê hatine bicihkirin û rêya otomobîlê jî bo hatiye diristkirin û kehreba jî bo kelheyê hatiye rakişandin. Herwisa cihê kelheyê, berê warê xodan pez û koçerên herêma Kurdistanê bûye û di kurayîya xaka herêma Kurdistanê de ye´´.

Herwiha di eheman bareyê de muxtarê gundê Wêze ya ser bi Çoman´ê ve Ebdullah Hemed jî ji PNA re ragihand: ´´ li sînorê gundê Wêze û binarê Qendîl´ê çar kelheyên serbazî ji alîyê Îranê ve di nav xaka herêma Kurdistanê de hatine avakirin û niha jî kelheyeka din li Bozî Qendîl hatiye diristkirin û gelek pasdar jî tê de bi cih bûne û rêya hatin û çûna otomobîlê jî bo hatiye çê kirin û kehreba jî bo hatiye rakişandin´´.

Ebdullah Hemed herwisa got: ´´ ew kelhe bi giştî û ev kelheya dawîyê jî bi taybetî gelek di nav xaka herêma Kurdistanê de hatine avakirin û ev kelheya nû kevtiye cihekî gelek bilind ku tewayê gund û avayîyên dola Sekrayetî û Binarê Qendîl´ê li pêş ve xûya ne´´.

Ji alîyekî din ve muxtarê bajarokê Hacî Omeran Reşîd Bolî di evê bareyê de ji PNA re da xûyakirin, ku ´´ di maweya du salên bihorî de Îranê çend kelheyên serbazî bi dirêjayîya sînorê bajarokê Hacî Omeran û li serweyî herdu gundên Mawetan û Şêwe Reş ava kiriye û çar ji ewan kelheyan di nav xaka herêma Kurdistanê de ne û li deverên bilindên Dola Sêbere, Berdonaz û War Bilinde hatine çê kirin´´.

Di bareya evê mijarê de herwisa jêderekî ji asayişa Çoman ku nexwezt navê wî bihê aşkirakirin, ji PNA re got, ku hemû ew kelheyên serbazîyên Îranê di nav xaka herêma Kurdistanê de ne û ew cihên ku Îranê tê de kelheyên xwe ava kiriye jî ewin:Bilindayîyên Pîrelok, Tepkî nav Çalan, Rebayeyî Tatî, Berd Qelişte, Gomê, Qered, Bozî Qendîl, Dol Sêbere, Gabelek, Berdonaz, War Bilinde.

Di bareya berdewambûna Îranê de li ser avakirina kelheyîn serbazî di nav sînorê herêma Kurdistanê de û agahdarbûn û yanî jî agahdarnebûna alîyên peywednîdarên hukûmeta herêma Kurdistanê, sekreterê giştîyê wezareta pêşmergeya hukûmeta herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji PNA re ragiahnd: ´´di bareya evê çendê de ku aya Îranê kelhey ji serbazî di nav xaka herêma Kurdistanê de dirist kirine, gerek komîteyeka pispor li gor rêkevtinên navbera herdu welatên Iraq - Îran´ê serdana deverê bike û nexşeya Iraqê bi wan re be û herwisa bi amûrê GPS berê xwe bidin sînorê navbera Iraqê û Îranê da ku bihê zanîn ku aya ev kelhe di nav xaka herêma Kurdistanê û Iraqê de hatine diristkirin û yan jî her di nav xaka Îranê bi xwe de ne´´.

Cebar Yawer weha jî got: ´´ belê heta niha ti komîteyeka pispor ji alîyê herdu dewletan ve serdana deverên sînorî nekirine da ku bizanin aya ev kelhe di nav xaka herêma Kurdistanê de ne yan jî na. Heger bi rêya amûrên pêşkevtî û li gor nexşeya hewayîya Iraqê ji alîyê komîteyeka pispor ve ev çend hat selmandin ku kelheyên supayê Îranê di nav xaka herêma Kurdistanê de ne, dê hingê ev kelhe wek destdirêjî bo ser xaka herêma Kurdistanê bihê naskirin û dê hingê em jî helwêsta xwe nîşan bidin´´

Ajansa nûçeyan a Peyamner PNA di heyve neh a sala par de çend nûçe û raport li ser avakirina heft kelheyên serbazî ji alîyê Îranê ve û di nav xaka herêma Kurdisdtanê de belav kiribû û ji hingê ve heta niha çar kelheyên din jî ji alîyê Îranê ve hatine diristkirin.

Îran bi hênceta xebat li dijî hêzên çekdarên opozisiyona rojhilata Kurdistanê û bi taybetî jî çekdarên Partîya Jîyana Azada Kurdistan´ê PJAK çend caran dest bi êrişên bo ser xaka herêma Kurdistanê kiriye û di maweya ewan du salên bihorî jî de di pêngaveka nû de çend kelheyên serbazî di nav xaka herêma Kurdistanê de ava kiriye.
PNA
Top