Di Operasiyonekê de 123 Endamên BDP Hatin Girtin
Li gor jêderên nûçeyên navxweyîyên Turkiye hêzên ewlehîyên wî welatî di operasiyoneka berfireh de li bajarên Istanbul, Amed (Dîyarbekir), Mardîn, devera Kurtalan a ser bi parêzgeha Sêrt ve123 kes bi guneha endamîtîya KCK û Partîya Karkirên Kurdistanê PKK girtin.
Jêderên nûçeyên li Turkiye dan xûyakirin, ku pirranîya kesên girtî endam û alîgirên Partîya Aştîyê û Demokrasîyê BDP ne. Di nav girtîyan de cihgirê serokê BDP Erkan Pîşkîn, Endamê serkirdatîya BDP Salih Yildiz û serokê bajarvanîya bajarokê Dêrik Çaxdar Demîrel jî hene.
Herwisa doh hêzên ewlehîyên Turkiye li bajarê Amed´ê bi ser amala Nûrsel Audogan de girtin, ku endama BDP a di nav parliyamenta Turkiye de ye, belê kes di mala wê de nahtiye girtin. PNA
