Rûssîya û Çîn Mafê Retkirinê (Veto) li Dijî Biryara Sepandina Sizayê bi ser Dîmeşqê ve Bikar Dihênin
Di evê bareyê Rays got, pêdivîya encumena asayîşa navdewletî sizayên dijwar û destnîşankirî li dijî Dîmeşqê bikarbihêne, ji ber ku Sûrîya hêzên dijwar li dijî xwepêşanderên ku daxwaza demokratîyê dikin bi kar dihêne ji ber evê çendê Amerîka li hember bi karhênana mafê Veto gelek torre û bêzare.
Herweha wezîrê derveya Feranse, got xebata Demokratîyên Sûrîya ji bo azadîyê şerrekî gelekî dadperwerane ye û dê Feranse di evê biwarê de piştivanîya her dewletekî bike.
Ji alîyekî din ve serokê encumena Niştimanîya Sûrîya, Burhan Xelîyon, (Ku komîta serekîya opozisîyona Sûrîya ye), ragihand, ku bi karhênana Veto ji alîyê Çîn û Rûssîya ve dê karên dijwarîyê li Sûrîya xurtir bike.
Wek dihê xuyakirin, ku neh dewletan ji wê biryarê re deng dan, belê Rûssîya û Çînê li dijî ewê biryarê Veto bi karhênan, herwerha başûrê Afrîka, Hind, Berazîl û Lobnan nexweztin deng bidin. PNA
