• Tuesday, 03 February 2026
logo

Îsraîl bi rêya NATO hişyariyê dide Tirkiyê

Gulan Media October 4, 2011 Nûçe
Îsraîl bi rêya NATO hişyariyê dide Tirkiyê
Berî dû hefteyan NATO, ji ber ku li Derya Spî keştiyên xwe xistibûn tevgerê hişyariyeke Îsraîlê dighîne Tirkiyê. Dû roj berî niha jî çend jêderên leşkerî yên Îsraîlê gotin: ‘’Reftarên Tirkiyê rê bo têkçûna rewşê û derketina şerekî di navbera herdû welatan de xweş dike.’’

Hefteya borî rojnameyên Tirlan ragehandin ku; ‘’Firokeyên şer ên Îsraîlê bi awayekî nizim bi ser sînorê ava Tirkiyê û keştiyên şer de firîne û berî firokeyên şer ên Tirkiyê bighin wir firokeyên Îsraîlê ewder bicîh hiştine.’’ Jêderên Îsraîlî jî bi tevahî van îdîayan red dikin û dibêjin: ‘’Tişta qewimiye provakasyoneke Tirkiyê bû û keştiyên şer ên Tirkiyê nêzîkî sînorê ava Îsraîlê bûne.’’

Jêderên Îsraîlî wiha dibêjin: ‘’Dema keştiyên şer nêzîkî sînorê ava welatekî din dibin, wî welatî agahdar dikin ku ew keştî keştiyên welatî dost in, lê dewleta Tirkiyê Îsraîl agahdar nekiriye.’’ Bi baweriya Îsraîl, bi vî awayî ‘Tirkiye welatê wan diceribîne’ û diyar dike ku piştî wê provakasyonê firokeyên şer ên Îsraîlê ketine tevgerê û keştiyên şer ên Tirkiyê jî ewder bicîh hiştine.

Jêderên Îsraîlî amaje bi wê yekê didin ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ‘’bi agir dileyize’’ û dibêjin: ‘’Wî zilamî bi tehdîdên dijî Îsraîlê şerê bi axaftinan bidawî aniye ber bi şerekî leşkerî.’’ Derbarê tehdîdên Erdogan de heman jêder wiha dibêjin: ‘’Bi şahidiya hemû aliyekî ew zilam şerekî siyasî yê nexşekişandî li dijî Îsraîl peyrew dike û armanceke diyarkirî jî jê re daniye, herwiha roj bi roj Erdogan dighe astekî ku karîgeriyên derûnî bi ser lojîkên wî de zal dibe û hestên wî birêve dibin.’’

Rudaw
Top