• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Dêrsim û Mêrdînê operasyonên leşkerî

Gulan Media October 4, 2011 Nûçe
Li Dêrsim û Mêrdînê operasyonên leşkerî
Hate ragihandin ku artêşa Tirk li derdora navçeya Mehsert a Mêrdînê û navçeya Pulur a Dêrsimê dest bi operasyonên berfireh kiriye û operasyon berdewam dikin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyonana de daxuyaniyeke nivîskî da û da diyarkirin ku artêşa Tirk di 1’ê cotmehê de li navçeya Mehsertê dest bi operasyonê kiriye. Her wiha operasyona ku li navçeya Pulur a Dêrsimê hatibû destpêkirin didome.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 1’ê Cotmehê de li navçêyên Mahsertê û Nisêbînê yên bi ser Mêrdînê ne li dijî derdorê gundên Sitilîlê, Xirbêqeblo, Herbê, Golê û Cinatê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operaysonek hatiye lidarxistin. Ji heman rojê û vir ve li dijî gundên Cinatê, Yestê, Xirêp, Kurikê, Mişkinê û Dercemê û girêdayî navçeya Midyadê li dijî gundên Sadê, Kermêtê û Koza yê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi roj operyason tê lidarxistin, bi şev jî ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tên avêtin û keşf tê kirin. Operaysonên li herêmê hîn jî berdewam dike.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyona li Pulura Dêrsimê de jî ev agahî da; “Di 26’ê Îlonê de li navçeya Ovacixê ya bi ser Dersimê ye li dijî navserên Îksor, Dollubaba, Samuulak, Mêrgê Çaqiran û navserên Sultanbaba yê ji aliyê artêşa mêtinger a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 1’ê Cotmehê de rengê vekîşînê didin operasyonê lê bi daxistinan operasyona li dijî herêmê berfireh dike û berdewam dike.”
Top