• Wednesday, 04 February 2026
logo

Şanda herêma kurdistanê beref Bexdayê birêkeft

Gulan Media October 4, 2011 Nûçe
Şanda herêma kurdistanê beref Bexdayê birêkeft
Îro sê şem 4-10-2011, şanda herêma kurdistanê beref Bexdayê birêkeft û pêk hatibû ji Fazil Mîranî sekretêrê polîtbîroya PDK û Mela Bextîyar berpirsê desteka kargêrya polîtbîroya YKN û Fuad Hûsên serokê dîwana serokatî ya herêma kurdistanê, jibona sazkirina danûstana digel serokên alî û listeyên sîyasî.

Şanda herêma kurdistaanê di serdana xwe de bo Bexdayê, dê serdana birêz Celal Talebanî û Nurî Malikî serok wezîran û Usame ûcêfî serok perleman û hejmarek ji serokên partî yê sîyasî û kesêtî yên sîyasî û civakî û olî dike û civîna pêk dîne.

Herwiha di karnameya serdana şanda herêma kurdistanê de ye gelek civîna sebaret rewşa sîyasî ya niha li Îraqê bi giştî û pirisgirêkên girêdayî tikhelîyên nêvbera partî yên sîyasî yên kurdistaanê û Îraqê pêk bîne û bizava bike jibo dîtina nerînek hevbeş jibuna xort kirina pirosêsaa sîyasî li welat û xizmetkirina gelê Îraqê.
Top