Korbenda Aburî ya herêma kurdistanê û Îtal ya dest bi karên xwe kir
di vê korbendê de Pawlo Romanî wezîrê geşepêdana aburî ya Îtal ya û hejmarek ji wezîrên hikumeta herêma kurdistanê û berpirsê peywendî yên derve yên hikumetê û serokê desteka weberhênanê û parêzgerê Hewlêrê û serokê jora baziganî ya hewlêr û serokê yekêtî ya qûntirçî ya li kurdistanê û balyozê Îtalya li Bexdayê û berpirsê ofîsa kunsilgerî ya wî welatî li herêmê û hejmarek ji şêwermend û berpirs û xwedîkar û bazirganên Îtalya û herêma kurdistanê amadebun.
Di destpêkê de berpirsê ofîsa kunsilgerî ya Îtalya li herêmê peyvek pêş kêş kir û têde bixêranîna mêhvana kir û basê armanca sazkirina korbendê kir ku dê derfetek mezin be jibo kompanî û bazirgan û weberhênerên Îtalî jiboy li nêzve haydarî rewş herêma kurdistanê bibin ji tev bîyavan û bitaybetî ji ware aburî û bazirganî û fersendên kar ve.
Di piştre Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesazî yê hikumeta herêma kurdistanê peyvek xand û têde bal kişande ser wê yekê ku berî du heftî ya civînek hevbeş dinêvbera herêma kurdistanê û Îtalya de hat li darxistin bû sedema zasdana vê korbendê. Herwiha got: di dema burî de û niha jî herêma kurdistanê îradek mezin heye jibo xortkirin û pêşdabirina peywendî yên xwe di tev warande digel welatên Ewrûpa , nemaze Îtalya û serdana birêz Mesûd Barzanî serokê herêma kurdisstanê bo Îtalya û îmza kirina yadaştnama lihevtêgihiştinê ya aburî di nêvbera herêma kurdistanê û Îtalya de û sazkirina vê korbendê, tev nîşanê vê îardeya bihêze ku di çarîoveya sîyaseta hikumeta herêma kurdistanê de bo bêtir pêşdabirina peywendî ya digel Îtalya û bitaybet di ware aburî û bazirganî de bi dest hatine.
aşî Pawlo Romanî wezîrê geşepêdana aburî ya Îtalya pevek pêş kêş kir û têde şabuna xwe bi serdana herêmê dîyar kir û amaje bi xebata gelê kurd da ku çewa bi îradeyeke xort li hember sîyaseta rijêma berê jibo bi dest xistina mafên xwe tekoşîn kirye û pêşketinên îro jî ji verêja wê tekoşînêne.
Herwiha xuyakir peywendî yên di nêvbera Îtalya û herêma kurdistanê pêşdaçone û vekirina ofîsa kunsilgerî ya weltê wî li Hewlêrê û ev core serdane û korbend hemu nîşana hebuna peywendî yek bihêzin nemaze di ware aburî de û got: biznismanê Îtalya herêma kurdistanê bi dergehê karkirinê jibo tev Îraqê dizanin û sazkirina vê korbendê div ê qûnaaxê de giringî ya xwe heye jiber ku kompanî û bazirganên Îtalya li nêzve haydarî rewşa herêmê dibin û dê Karin digel warande ker bikin bitaybet di ware teknolojî ya de.
Li dawî yê çend raporên wezaret û sazîyên hikumeta herêma kurdistanê hatin pêş kêş kirin û danûstaneke vekirî jî li ser hat kirin û biryare her îro dem jimêr 3 êvarê pirskonfiranseke rojnamevanî li heman cî, lid or encamê korbendê bihê saz kirin.
