Hisên: Dirêjkirina dema operasyonên dersînor bandorê li têkiliyan nake
Fuad Hisên, got: hikûmeta Tirkiyê ji parlamentoya wî welatî xwestiye ku heyama operasyonên dersînorî dirêj bike û ev jî ne tiştek nû ye.
Hisên, diyar kir, dibe ku rewşa siyasî ya Tirkiyê, piştî ku parlamenterên kurd vegeriyan parlamentoyê, ber bi başbûnê ve biçe û wiha pêde çû, “Em hêvdîar in, ev arîşe bi diyalog û gotûbêjê bê çareserkirin.”
Serokê dîwana serokatiya herêmê, got, helbet, daxwaziya hikûmeta Tirkiyê bo dirêjkirina heyama operasyonan, pirseke navxweyî ye, lê heke hêzên wan bên ser sînorê herêmê, wê demê me jî eleqedar dike ku li gorî me, ev pirs bi şer û tundiyê çareser nabe.
Fuad Hisên, diyar kir, têkiliyên Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê baş e û ez bawer nakim pirsa deverên sînor bibe arîşeyek rijd.
Hefteya borî, hikûmeta Tirkiyê tezkereya dirêjkirina operasyonên dersînorî şandibû parlamentoyê û niha li benda qebûlkirinê ye.
