• Wednesday, 04 February 2026
logo

Xaça sura nêvdewletî dilgirane li hember rewşa awareyên ser sînor

Gulan Media October 3, 2011 Nûçe
Xaça sura nêvdewletî dilgirane li hember rewşa awareyên ser sînor
Îro,Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên hikumeta herêma kurdistaê pêşwazî kir li xatun Bîyatirîs Oyçislî berpirsa rêkxistî ya Xaça sura nêvdewletî li herêma kurdistanê ,ICRC,.

Di dîdarekê de ku Dr, Dîndar Zêbarî rêveberê karûbarên NY û rêkxistî yên nêvnetewî li fermangeha peywendî yên derve amadebu,basê bernama xaça sura nêvdewletî li herêmê û çewanîya pêş kêş kirina alîkarî ya jibo awareyên ser sînor kir ku bi sedema topbarana artêşa Îranê û êrişên firokeyên Tirkî yê mal û cihên xwe hêlane.

xatun Bîyatirîs Oyçislî berpirsa rêkxistî ya Xaça sura nêvdewletî li herêma kurdistanê ragihand ku wan karî ye serdana hejmareke malbatên aware li sînorê herdu parêzgehên Hwelêr û Silêmanî yê bikin û nav nivês û hevkarî bikin. Herwiha got: îro wê serdana 98 malbatên din li navçeya Sîdekan bikin û kel û pelên xwarnê û pêwîstî yê rojane jibo dabîn bikin.

xatun Bîyatirîs Oyçislî dilgiranî ya xwe jî li hember dijwarî ya rewşa awareyên ser sînor dîyar kir û xuyakir jiber hatina zivistanê jîyara wa pir zehmet dibe û hîvîdarim rewşa ser sînorên herêma kurdistanê di zutirîn dem de baş bibe û vegere ser rewşa berê.

Ji alî yê xwe ve Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên hikumeta herêma kurdistaê spasî ya, ICRC, jibo helwîsta wê kir li hember awareyên herêmê ku alîkarî jêre pêş kêş kirîne û got:pêwîste hevkarî û hemahengî dinêvbera sazî yên hikumeta herêma kurdistanê û ICRC bi awayek xort hebe jiboy cîb cî kirina bername û sepandina yasayên girêdayî ware Mirovayê û zîndanî ya û aware û lêqewmayan.

Herwiha nerîn û sîyaseta hikumetaa herêma kurdistanê ron kir ku naxaze kurdistanê bibe gorepana şer ,em dixazîn tev arîşe û pirisgirêk bi rêya dîyalog û danûstana bihên çareser kirin û bêtir welatî yên kurdistanê jî nebin qûrban.
Top