Di encama teqînekê de li bajarê Hêle 10 kes hatin kuştin
Çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsê parêzgeha Babilê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ragihand ku duhî êvarî, otomobîleke bomberêj li nêzîk şîniyeke li navçeya Xeface teqiya.
Çavkaniyê amaje kir ku di encama teqînê de, 10 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan welatiyên sivîl in.
Çavkaniyê xuya kir ku di cih de, hêzên ewlekariyê cadeyên derdora bûyerê girtin û dest bi lêkolînan kirin.
Bajarê Hile navenda parêzgeha Babilê ye.
AKnews
