piştî 17 salan leyla Zana vegera parlamentoya Turkyê
Parlamentoya Tirkiyeyê dê îro di seat 15:00ê de bi gotara serkomarê wî welatî Abdulah Gul dest bi karûçalakiyên sala nû ya yasadanînê bike.
Di rûniştina îro de parlamenterên BDPê dê sonda yasayî bixwin ku maweyek parlamento boykot kiribûn. Bi vî awayî piştî AKP, CHP û MHPê, BDPê jî dê bibe yek ji grûpên di nav parlamentoyê de.
Parlamentera Diyarbekirê ya BDPê Leyla Zana ku ew jî dê îro sonda yasayî bixwe, 17 sal berê li ber parlamentoyê 5 hevalên xwe hatibû destgîrkirin û 10 sal di zindanê de mabû û di sala 2004ê de ji zindanê derketibû.
Zana di sonda xwe ya parlamenteriyê ya sala 1991ê de bi kurdî gotibû “Ez vê sondê bo birayetiya gelê kurdû tirkan dixwim” û ew ji bûbû sedema nerazîbûna parlamenterên tirk.
AKnews
