• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Komarî ji aliyê Serok Komarê Nemsa ve hate pêşwazî kirin

Gulan Media September 29, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Komarî ji aliyê Serok Komarê Nemsa ve hate pêşwazî kirin
Îro pênçşem 29/09/2011 birêz Heinz Fischer Serokê Nemsa(Awusturya) û dostê kevinê gelê Kurd li koşka Komarî pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinekî dostane da tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Iraq û Nemsa bi giştî û Herêma Kurdistan û Nemsa bi taybetî hate kirin. Her li vê hevdîtinê de di derbarê meseleyên navçeyê û meseleyên navdewletî û ew guhertinên li vê dawiyê li hinek welatên navçeyê rû dane, danustandina bîr û ramanan kirin.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê hate nirxandin.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi hevdîtina dostê kevinê gelê Kurd derbirî û tekez li ser çawayiya pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan kir.
Top