HPG: Li Şirnex û Dêrsimê 7 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Basa ya Şirnexê de 5 leşker û di ya li Dêrsimê de 2 leşker hatine kuştin û 4 birîndar bûne. Her wiha di daxuyaniyê de hate gortin ku tu têkiliya gerîlayan bi şewitandina wesayîtên ku çapemeniya Tirk behs dike re tune ye
HPG’ê der barê çalakiya li Şirnexê de ev agahî da; “Di 28’ê Îlonê de di saet 13.00’an de li navçeya Basa ya bi ser Şirnexê li dijî wesayiteke leşkerî ya ji qereqola Bizinkê ber bi Germavê diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Nûçeyên birîndarbûna sîvîlan a di çapemeniyê de dûrî rastiyê ye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da; “Di 28’ê Îlonê de li navçeya Pulumur ya bi ser Dersimê li dijî wesayiteke dijmin li nêzî gundê Xilvês ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi helîkopterên kobra herêm hatiye bombebarankirin. Herweha bi şewitandina wesayitê ya di çapemeniyê de derbas dibe tu têkiliya gerîlayên me ve nîne. Wesayit ji aliyê artêşa TC’ê hatiye şewitandin.”
ANF
