Serokê Perlemana Kurdistanê li Navenda World Boston a Amerîkayî Gotarekê Pêşkêş Dike
Serokê Perlemana Kurdistanê di berdewamîya serdana xwe de ya ber bi Amerîka ve doh roja sêşembîyê li navenda World Boston peyvek pêşkêş kir.
Li gor raporta grûpa ragiahndinê ya bi serokê Perlemana Kurdistanê re, dîroka xebatên gelê Kurdistanê, siyasetên ji nav birin û genosîdê ya rejîmên berê li hember gelê Kurd mijarên serekîyên gotara serokê Perlemana Kurdistanê di navenda World Boston de bûn.
Kemal Kerkûkî di beşekî din a gotara xwe de basa siyaseta guhetina demografîyaya Kurdistanê û bi erebkirina Kurdistanê, ji nav birina giştîya Kurdan û genosîda li hember Kurdistanîyan bi rêya pêkanîna prosesa Enfal û bombbarankirina kîmyayîya bajar û gundên herêma Kurdistanê kir.
Serokê parliyamentê di beşekî din a gotara xwe de basa prosesa azadîya Iraqê kir û prosesa rizgarkirina Iraqê û ji dayikbûna ezmoneka nû ya demokrasîyê li herêma Kurdistanê bi girîng da naskirin û bilind nirxand.
Kemal Kerkûkî bi hûrî basa bombbarana deverên sînorîyên herêma Kurdistanê ji alîyê Îranê û Turkiye ve kir û ji amadebûyan re girîngîya rolê hêzên pêşmerge li deverên dabirandîyên Kurdistanê şirove kir.
Kerkûkî di dirêjîya gotara xwe de basa rewşa Iraqê û guhertinên ewê dawîyê yên nav qada siyasî ya Iraqê kir û tekezî li ser girêdayîbûn bi destûra Iraqê û pêkanîna maddeya 140 a destûra Iraqê kir.
Serokê Perlemana Kurdistanê herwisa basa mijara vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê kir û ji amdebûyan re basa senarîyoyên paş vekişîna hêzên Amerîka kir û di bareya metrisîyên ser prosesa siyasî û demokrasîya Iraqê hoşdar da. Kemal Kerkûkî herwisa basa rewşa devera rojhilata navîn û buhara erebî û bandorên guhertinên li deverê jî kir.
Kemal Kerkûkî herwisa di bareya peywednîyên navbera Bexdad´ê û Hewlêr´ê, reforma dawîyê ya qanûna petrolê û gazê û encamdana serhejmarîya giştî de zanyarî pêşkêşî amadebûyan kir û tekezî li ser baştirkirina rewşa hêzên pêşmerge ji hemû alîyekî ve kir.
