• Thursday, 05 February 2026
logo

Iraqiye: Em digel bicihanîna madeya 140ê ne

Gulan Media September 28, 2011 Nûçe
Iraqiye: Em digel bicihanîna madeya 140ê ne
Gotebêja Lîsteya El Iraqiyeyê Meysûn Demelucî ragihand ku serdana serokê lîsteya wan Eyad Ellawî ya bo Hewlêrê, bo çalakirina têkiliyên El Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanê bû û Ellawî karê berevajiya destûr û rêkeftinên heyî nake.

Demlucî derbarê bedgumaniya erebên Kerkûkê ji naveroka serdana vê dawiyê ya Eyad Ellawî ya Hewlêrê de got, “Serdana Ellawî ya bo Hewlêrê û civînên wî yên digel berpirsên herêmê, zêdetir bo çalakirina têkiliyên di navber Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanê de û rêkeftina kurdan ya digel Iraqiyeyê ye.”

Demelucî li ser rêkeftina Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanê ya di heqê bicihanîna madeya 140ê de jî got:

“Çend parlamenter ji bo ku di kanalên ragihandinê de derkevin li ser madeya 140ê diaxivin , dibêjin nabe madeya 140 bê bicihanîn lê ev tenê gotinên di ragihandinê de ne, boçûna me ew e ku pêwîst e madeya 140ê li gor destûrê bê bicihanîn.”

Cihê bibîrxistinê ye Ellawî yekşema borî bi serokatiya şandeyeke lîsteyê gihişt Hewlêrê û digel serokê herêmê Mesûd Barzanî û serokwezîrê herêmê Berhem Salih civiya.

AKnews
Top