Serokê Herêma Kurdistanê 48 saliya damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistanê pîroz kir
Birêz Birêveber û Karmendên Êzgeha (Radyoya) Dengê Kurdistanê
Silav û rêz
Ji bo 48 saliya damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistanê, pir bi dil pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we yên ezîz dikim.
Êzgeha Dengê Kurdistanê her li destpêka damezrandin û li qonaxên cûda cûdayên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da herdem bergirî li daxwazên xelkê Iraq û Kurdistanê kiriye, bi hemû pêkhatê neteweyî û oliyan ve û têda peyama xedirlêkirî wan bi hemû aliyekî cîhanê gihandiye bi vê jî bûbûye cihê baweriya hemû xelkê Iraq û Kurdistanê û hemû rojê bi peroş ve guh li wê êzgehê digirt û bi sedema agahdariyê neberdiyên Pêşmergeyê qehremanan dibûn.
Îro Êzgeha Dengê Kurdistanê yek ji wan dengane ku her wekî berê xelk guh lê digrin û bi dirêjahiya wê demê jî kariye sengê xwe li nav ragihandina Kurdistanê da biparêzê.
Hêvîdarim sala nû her weku salên berê êzgeha we pir bexş û derbirîna daxwazên gelê Kurdistan bê ku wan armancên berî 48 salan bi wî navê hatiye damezrandin bi cîh bîne.
Silav li şehîdên Dengê Kurdistanê û ewên li rojên sext xebata xwe da dînamoya wê dengê bûn.
Li gel rêz û hezkirinên min ji bo hemû aliyek
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27/09/2011
