Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê li hemû ast û rûyek ve danustandin kirin û ronahî jî xistin li ser hengavên dawiya Serok Barzanî û encamdana çaksazî û çareserkirina gîr û giriftan.
Li vî derbarî de Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku niha rewşa nefsî û siyasiya Herêmê guncawtire û hengav û biryarên vê dawiyê ya Serok Barzanî bilind nirxand û ragihand ku hengavên wî cihê rêz û pêzanîna hemû aliyê siyasiyane û hemû aliyek çavê xwe daye cenabê wî û her ji kesayetiya wî dikare hemû xelkê Kurdistanê li ser yek armancî kombike û encama dawiya kombûna birêz jî li gel nûnerên Partiyê Siyasiyên Kurdistanê bi gelek erênî wesifkir û dûpat kir ku pêwîste hemû aliyek li encamdana wê bernameya çaksaziya ku li ber dest daye alîkariya Serok Barzanî bê.
Serok Barzanî hebûna cûdahiya li navbera dîtin û nêrînên aliyê siyasiyan bi tiştekî siruştî da zanîn û ragihand ku li nav yek malbatekî de jî cûdahiya dîtin û nêrînan heye. Ji bo wê yekê tiştekî gelek siruştiye cûdahiya bîr û raya çend aliyek jî hebê, girîng eweye çi desthilat yan hevrik bi nefesekî binyatnerane nêrînên xwe bixin rû û desthilat jî nabê bi gûmanê ve temaşa wan nêrînên cûda bike. Em yek malbat û yek mîlletîn ji bo wê yekê divê em her hemû hizra wê yekê bikîn ku ber çav kirina berjewendiyên bilind de çawa xizmeta mîlletê xwe bikîn.
Di derbarê damezrandina Encumena Bilinda Partiyê Siyasiyan û damezrandina Komîsyona Serbixweya Hilbijartinên Kurdistanê û yasaya dezgehê nezahe û her wiha yasaya hilbijartina encumena parêzgehan, her du alî li ser girîngiya wan damezrandin û yasayên ji bo gelê Kurdistanê bi hevre bûn û encamdana wan bi awayeke hevbendî û hemû aliyan jî beşdarî li wergirtina biryara siyasî bikin bi taybetî ew biryarên ku pêwendiya wan bi çarenûsa hemû xelkê Kurdistanê û aliyê siyasiyan ve heye.
Her wiha nirxandina rewşa siyasiya Iraq û astengên li ber pêvajoya siyasiya wê û peydakirina mekanîzmekî guncaw ji bo çareserkirina wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
