• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Awustralya li Iraqê kir

Gulan Media September 26, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Awustralya li Iraqê kir
Îro dûşem 26/09/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya xanim Lîndal Saks Balyozê Awustralya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Heval Desko Ezîz Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awustralya amade bû, xanim Lîndal Saks ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana Herêma Kurdistanê ragihand ku mebesta wê ya ji vê serdanê eweye ji nêzîk ve aşînayê rewşa Herêmê bibê û piştgîriya tevahiya welatê xwe jî li Iraqekî demokrat de dûpatkir û behsa wan pêşveçûnên Herêma Kurdistanê kir ku li hemû waran da pêkhatine.

Her wiha amadehiya welatê xwe jî ji alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ya li warên çandin, perwerde, xwendina bilind, pîşesazî û rahênana karmendên Hikûmeta Herêmê derbirî û ragihand ku her çawa welatê Awustralya li gel azarên gelê Kurdistan û Iraqê hevsoz bûye, her wiha jî yarmetîdana wan ya li ruyê geşkirin û alîkarîkirina li binyatnana jêrxana abûrî de hevsoze.

Serok Barzanî ji bilî spaskirin û bilind nirxandina rola bandora Awustralya ya li rizgarkirina Iraqê de, tîşk xiste li ser nêrînên Hikûmeta Herêmê ya sebaret bi geşepêdana Herêm û rola wan welatên li alîkarîkirinê û daxwaz kir ku welatê Awustralya dikarê li rêya kompanyayên xwe ve li encamdana projeyên bazirganî û veberhênanê de alîkar bibê û amadehiya Herêmê jî li pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst de derbirî.

Her wiha nirxandina pêwendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Top